Demîrtaş: Em Xweseriya Demokratîk Dixwazîn
Li gorî nûçeya rojnameya Milliyet açapa Tirkiyeyê Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş, diyar kir ew ê di xweseriya demokratîk de israr bikin û wiha got: “Xweserî şertê vekişînê (vekişîna çekdarên PKK’ê)nîn e. Ev hinceta têkoşîna me ye. Êdî ev di 10 salan de di 5 salan de dibe, em nizanin. Lê em ê ji bo wê têbikoşin. Ev formula perçenebûna Tirkiyeyê ye. Em weke BDP xweseriyê pêşniyar dikin. Pêşniyara me ya çareseriyê ya fermî xweserî ye. Ne tenê ji bo kurdan em ji bo hemû Tirkiyeyê xweserî pêşniyar dikin. Çimkî pejirandina xweseriyê pejirandina statûya kurdan e. Statû tê wateya şirîkbûna rêveberiyê.
Demîrtaş, destnîşan kir niha kurd xwediyê nasnameya xwe nîn in û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê mafên kurdan niha weke kurdên Sûriyê kurdên Iraqê tune ye. Yên li vê derê nikarin di rêveberiyê de weke gel cih bigrin. Divê ew statû pêk bê. Ew ê çawa çêbibe, em ê di rojên pêş de bibînin. AKP’ê ji bo xweseriyê tu soz nedane. Lê ev pêşniyara me astengkirina perçebûna Tirkiyeyê ye. Formula neperçebûna Tirkiyeyê xweserî ye.”
Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de xwest kesên aqilmend biçin Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan re jî hevdîtin pêk bînin. Demîrtaş, aşkera kir rêveberên KCK’ê jî dixwazin bi awayeke aşkera yan jî nepenî biçin Îmraliyê û bi Ocalan re biaxivin.
Selahedîn Demîrtaş, derbarê bûyera Roboskiyê de jî nêrînên xwe vegot. Demîrtaş, da zanîn ew ê ji bo Roboskiyê lijneyek ava bikin û ew dixwazin ev bûyer bi hemû zelaliya xwe ji xelkê re bê vegotin.
