Konfransa Rojnamevanîya Serokwezîr Barzanî Derbareya Encamên Serdana Xwe bo Bexdadê û Rêkevtina Hewlêr û Bexdadê de
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di destpêka preskonfrensê de got: ´´Di civîna berî çend rojan a aliyên siyasiyên kurdistanî de ya digel serokê herêma Kurdistanê de biryar hatibû dan ku şandeyeke herêma Kurdistanê serdana Bexdadê bike. Li gor wê biryarê, me weke şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Bexdadê kir. Li Bexdadê em digel cenabê Nurî Malikî serokwezîrê Iraqê, Hevpeymaniya Niştimanî, cenabê serokê parlamentoya Iraqê, Lîsteya Iraqiye (Eyad Elawî), Rewta Sedir, Adil Ebdulmehdî berpirsê Civata Balalya Îslamiya Iraqê civyan û pirsên hilawîstiyên nevbera Hewlêrê û Bexdadê û kirîza siyaisya Iraqê gotûbêj kir.´´
Nêçîrvan Barzanî di berdewamîya axavtinên xwe de got: ´´Beriya her tiştî ez dixwazim tekîd bikim ku, çûna me bo Bexdadê li dijî tu pêkhateyên Iraqê nîne û li ser hisaba tu aliyekî li dijî aliyek din nîne. Em pabendin bi prensîpê ku, digel tu aliyan li dijî aliyek din hevbendiya çênakîn. Lê em her tim bi prensîpê danûstandinan bi Bexdadê re pabend in û me tu caran diyalog digel Bexdadê red nekiriye û red jî nakin. Me bi awayekî gelek cidî digel cenabê serokwezîr Malikî û ew girûpa wî destnîşan kiribû danûstandin dest pê kirin. Civînên me li ser sê pirensîpên serekî: Hvebeşî, hevsengî û tewafiq bû, ev sê pirensîp ne tenê di navbera kurd û Bexdadê ye, lê sê stûnên serekene û Iraqê nû li ser wan hersê stûnan hatiye avakirin. Bi dîtina me eger ev her sê pirensîp li ber çavan neyên girtin hevsengî dê seqet be û dê bibe hokarê pirsgirêkên mezin li welat.´´
Serokwezîrê Kurdistanê di axavtina xwe de got ku, wan (şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê) digel hikûmeta Bexdadê li ser heft xalan li hev kiriye. Li gor gotina Barzanî hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta navendîya Iraqê li ser evan heft xalan rêkevtin kirine û Nûrî Malikî wek serokwezîrê Iraqê û Nêçîrvan Barzanî wek serokwezîrê Kurdistanê îmza li ser rêkevtinnameyê kirine. Ev heft xal jî evin:
1- Hikûmeta Iraqê tezmînat bide malbatên qurbaniyên enfal û kîmiyabarana helebce û deverên din yên Kurdistanê. Herwesa hikûmeta Bexdadê tezmînat bide penaberên çûyne Îran, Tirkiye û cîyên din.
2- Me digel Bexdadê li ser pêkanîna komîteyekê bo karûbarên emnî lihev kir. Me li Bexdadê hest bi wê yekê kir ku, zaniyarên şaş li ser rewşa emnî ji Bexdadê re tên şandin. Me bi pêwîstî zanî ku, ji bo karûbarên emnî komîteke berdwam hebe. Emniyeta Iraqê emniyeta meye jî. Me ew yek îspat kiriye ku, her dema li devereka Iraqê rewşa emnî tîkdiçe, ji bo parastina emniyeta wê deverê me pêşmerge hinartiye. Pêwîstiya me bi senterekê hevahengiyê heye.
3- Pêkanîna komîteyên hevbeş bo parastina deverên kurdistaniyên dervey îdareya herêma Kurdistanê. Dema amerîkî li Iraqê bûn ew komîteye hebûn, lê piştî amerîkî ji Iraqê derketîn ew komîteye jî neman, nuha em careke din wan komîteyan bo parastina rewşa emnî zîndî dikin.
4- Pêkanîna komîteyekê ji bo reorganîzekirina tixûbên îdariyên wîlayetan. Ev jî ji bona normalîzekirina rewşa Kerkûkê û deverên din pêngaveke.
5- Pêkanîna komîteyekê bo pirsa qeza û gomirkê.
6- Pêkanîna komîteyekê bo şopandina pirsa budceyê û verastkirina yasaya budceya Iraqê. Ji ber ku ew yasaya budceyê yaku, ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hatye pesind kirin weke cezayekî bû bo ser herêma Kurdistanê. Divê budceya pêşmerge û heqdestê kompaniyên neftê jî û mafên din yên Kurdistanê di yasaya budceyê de bên tesbît kirin.
7- Qanûna neft û gazê û qanûna dabeşkirina dahatiyê neftê ji bo pesindkirinê biçe parlamentoya Iraqê.
Barzanî di beşeke din a axvtinên xwe de got ku, ev destpêke û hemû pirsgirêk bi şev û rojekê çareser nabin, lê destpêkek başe. Ez bi ava encaman kêfxweş im û rola hemû hêzên siyasiyên Kurdistanê di vê çarçoveyê de bilind dinirxîn im.
Dawetkirina Malikî bo Kurdistanê
Di bersiva vê pirsê de, serokwezîrê Kurdistanê got: serokê Kurdistanê yekemîn kes bû hest bi xeteriya rewşa Iraq kirî. Gelek caran wisa dihat gotin ku, ew pirseke şexsî di navbera Barzanî û Malikî deye, lê wisa nebû û yên wisa difikirîn şaş bûn. Serok Barzanî dizanî rewşa Iraqê ber bi aqrekî xeter ve diçe. Min, serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî bo Hewlêrê vexwand û hêvîdar im di demek nêzîk de Malikî serdana Hewlêrê bike û digel serokê Kurdistanê bicive.
Pirsa neft û gazî li Iraqê
Serokê hikûmetê got ku, pirsa heqdestê kompaniyên neftê pirsa serke ya danûstandinên digel Bexdadê nebû. Ez nabêjim ku, me ew meseleya bi yekcarî çareser kir, lê em dixwaz in çareser bikin û dê her çareser kîn. Lê em dixwazîn bi Bexdadê re çareser bikîn. Destên me negirêdayî ne me gelek alternatîv hene, lê em dixwaz in di vê çarçoveyê de li gor wê mekanîzma me li ser hev kirî çaerser bibe.
Pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê
Hikûmeta herêma Kurdistanê, bêy ku destê xwe bixe nav karûbarên Tirkiyeyê, piştevaniya pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê dike û hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bona dîtina çareseriyekê bo pirsa kurd ku, di berjewendiya gelê kurd û gelê tirk de be, alîkariya hikûmeta Tirkiyeyê dike. Em dixwaz in ku, têkeliyên Iraqê bi hemû dewletên cîran re, bi taybetî bi Tirkiyeyê re, baş bin. Hatina çekdarên PKKê bo herêma Kurdistanê tiştek nekême. Em hertim piştevaniya pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê dikin.
Madeya 140
Me madeya 140ê îhmal nekiriye, aliyên mixalifetê çi dibîj in û çi dinivîs in ew azad in. Em li ser wê yekê rêkeftin ku, madeya 140ê madeyeke destûrî ye û herêma Kurdistanê gelek bi cidî ji bona cîbicîkirina wê madeyê dixebite. Eger ew madeye cîbicî nebe dê tu caran Iraq aram nebe.
Federalîzim baştirîn çareseriye
Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Iraqê federalîzim baştirîn çareseriye. Di dema hilbijartinên Iraqê de, Şîye deng bi Şîeyan didin, Sune deng bi Suneyan û kurd jî deng bi kurdan didin. Pêwîste em ji bona pêkvejiyana van pêkhateyan modelekî peyda bikîn û federalîzim baştirîn modele.
Pêşmerge bo pirkirina valahiya emnî çûye Kerkûkê
Valahiya emnî li hin deveran peydabûye û pêşmerge jî ji bo pirkirina wê valahiyê çûye Kerkûkê. Yek ji erkên hikûmeta herêma Kurdistanê parastina emniyeta xelkî ye. Berê û nuha jî em parastina emniyeta xelkê Kurdistanê bi karê xwe yê pêşîn dizanin. Her dema gef li dijî xelkê me bê kirin û valahiya emnî peyda bibe pêşmerge bo parastina emniyeta xelkî amadeye.
Pirsên netewî
Em meseleyên me digel Bexdadê gotûbêj kirîn hemû pirs û meseleyê netewî ne. Heqdestê kompaniyên neftê jî ku girêdayî berjewendiyên xelkê Kudistanê ye ew jî pirsek niştimanî ye. Me li ser pirensîpên hevbeşî, hevsengî û tewafiqê digel serokwezîrê Iraqê minaqeşe kir. Dema hikûmeta Bexdadê pirensîpê tewafiqê şikand me parlamenter û wezîrê xwe ji Bexdadê bo rawêjkirinê bangkirin bo Hewlêrê. Mesele ev bû, Bexdadê pirensîpê tewafiqê bin pê kir û me jî wezîr û parlamenterên kurd bangî Hewlêrê kirin. Madeya 140ê ji hemû pirsan giringtire, lê meseleya qanûna dabeşkirina dahatiyê neftê jî giringe, heqdestê kopnaiyên neftê jî girine ji ber ku bi awayekî dîrekt peywendî bi jiyana hevwelatiyên Kurdistanê ve heye.
