Li gor anketek nû dengê AKP û BDPê zêde dibin
Li gor rojnameya Sabah a Tirkiyê, anket ji aliyê şêwirmendiya MAK ve li 81 bajaran û ligel 40 hezar kesî hatiye encamdayîn.
Ev anket di navbera rojên 11-13ê Nîsanê de ji aliyê 400 xebatkarên Şêwirmendiya MAKê ve ligel 40 hezar kesî hatiye encamdayîn û 15 pirsyar ji wan hatine pirsîn. Li ser pirsa ‘Li gor we hikûmet di pirsa çareserkirina terorê de serketiye?’ sedî 61 kesên beşdar bûne ‘Erê’, sedî 34 ‘Na’ û sedî 5 jî diyar kirine ku ti fikrê wan nîne.
Li ser pirsa hûn hikûmetê serkeftî dibinin an na, sedî 51.2 dengê ‘Erê’ û sedî 40.8 jî dengê ‘Na’ bikartînin. Li ser pirsa ger îro hilbijartin çêbibe, hûnê dengê xwe bidin kê? Jî ev encam derdikevin holê. Sedî 50.3 AKP, sedî 22.8 CHP, sedî 12.8 MHP, sedî 7.1 BDP, sedî 3.1 Partiya Saadetê û sedî 2.1 jî dengê xwe didin BBPê.
Rudaw
