• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ocalan tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bû

Ocalan tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bû
Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan tevlî cejna karkeran a li Swîsreyê bû. Ocalan got: “Kurdan nîşan da ku dikarin bi ked û mantiqê hevbeş çarenivîsa xwe biguherînin.”

Li ser banga fermî ya Sendîkaya Karkerên Swîsreyê, rêberê PKKê Abdullah Ocalan tevlî cejna karkerên Swîsreyê kir. Ji ber ku Ocalan li girtîgehê ye, nekarî bi awayekî fîzîkî di merasîma ku îro (01.05.13) ya li paytexta Swîsre Zûrîhê de beşdar bibe. Ocalan peyamek şand û di despêka merasîmê de bi navê Ocalan hat xwendin. Piştî peyama Ocalan a di Newroza Amedê de, ev peyama duyemîn a girseyiye ku Ocalan di nava du mehên borî de belav dike.

Li Swîsrayê, li seranserî cîhanê mezintirîn pîrozbahiyên 1ê Gulana îsal ku li meydana herî berbiçav a Zurîxê, ji aliyê kedkar û karkeran ve bi diruşmeya ji bo her kesî em her tiştî dixwazin, tê pîrozkirin.

Li ser daxwaza sendikayên karkerên Swîsreyê di roja 1ê Gulanê de, wekû axaftinbêjê serekî, Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ji bo bajarê Zurîhê hat vexandin.

Abdullah Ocalan di peyama xwe ya şandî de wiha dibêje; “Hûn, ewên ku bi dil û can, ji bo nehiştin û guhertina dîroka kufnikî ya netew-dewleta kaptalîzm, kuştin, qirkirinê û ji bo ji nû de nivîsîna dîrokê dixebitin. Ez, bi giyanê xweragirtina 1ê Gulanê we silav dikim.”

Rudaw
Top