Esed cara duyê derdikeve nav xelkê
Li gor nûçeya ajasna `SANA` ya fermî ya Sûriyê, îro Esed serdana santrala Umewyiyn a li baxê Tişrîn li Şamê kir û 1ê Gulanê li karkerên Sûriyê pîroz kir.`
Rûpela Serokayetiya Sûriyê di malpera Facebookê de wêneyên serdana Esed belav kirine û li ser wêneyekê gotineke Esed hatiye nivîsandiye.
Gotin wiha hatiye, “Xala girîng ya ku we û gelê Sûriyê daye xuyakirine, ew e ku dixwazin em bitisin, lê ev yek tu carî pêk nayê.”
Ji dema ku şoreşa Sûriyê di adara sala 2011an de destpêkiriye û heta niha, ev cara duyê ye Beşar Esed diçe nava xelkê û guh dide wan.
Esed cara yekê di 11ê rêbendana sala 2012an de li qada Umwiyên li Şamê li pêşiya xelkê gotarek pêşkêş kir.
Komîteyên Hevahengiyê yê Navxwe yên opozisyona Sûriyê ragihand ku di dema serdana Esed de, taxa Cober ya Şamê û çend navçeyên derdora Şamê hatin topbarankirin.
Li gor komîteyên hevahengiyê, hejmara kuştiyên îro li seranserê Sûriyê gihiştiye 25 kesan, ji wan 10 li Şamê hatine kuştin.
Rudaw
