Dozxormatu: Alozî navbera Kurd û artêşa Êraqê derdikeve
Di vê barê de berpirsê bazina Hemrînê a ser bi malbenda 11`e ya Germiyanê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mele Kerîm Şukur bi daxuyaniyekê ji Xendanê re got: Çend rojeke kêşe û alozî di navbera me û hêzên artêşa Êraqê de dirust bûye, ji ber ku ew dixwazin lîwaya 16 a ser bi artêşa Êraqê ye û piraniya wan Kurdin û fermandeya wê hêzê Kurdin bighurin û li wî cihê bighuzên bo cihekî din û li şûna wan lîwayekî Ereb bi cî bikin.
Mele Kerîm Şukur aşkira kir ku ji duh roja duşemê 29/4 ve rewşa navbera wan de gelekî aloze, çûnkî artêşa Êraqê gotiye ku bi darê zorê dê hêz bînin cihê wan û dest deynin ser wê navçeyê.
Hate ragihandin ku Kurdan jî rê nedane wan û Şukur got: Me ji artêşa Êraqê gotiye eger li sê rêya Doz – Kifrî – Silêman Beg û berve vî alî ve bên emê guleyan bibarînin û çênabê ne hûn lîwayê û ne jî fermandeya wê bighurin ku fermandeyekî Kurde.
Berpirsê sînorê Hemrînê amaje bi wê yekê jî kir ku, ji duh ve wan hêzên xwe xistina haleta amadebaşiyê , lê belê îro hinekî rewş aram bûye .
Sebaret bi sedema guherîna lîwaya 16`e ji aliyê artêşa Êraqê ve, Mele Kerîm Şukur got: Hinceta wan bo guherîna ew lîwaya Kurd ewe ku şerê terorê li wê navçeyê nake , lê belê me teqez kiriye ku wan ne tenê şerê terorê kiriye belku çendîn şehîd li wê navçeyê dane.
Xerndan
