• Tuesday, 10 February 2026
logo

Artêşa Îraqê Li Hewêceyê Dubare Gole Ser Welatiyan Barand

Artêşa Îraqê Li Hewêceyê Dubare Gole Ser Welatiyan Barand
Emîndarê giştî yê tevgera Bedir Hadî Amêrî ragihand ku, evro careke din artêşa Îraqê li navçeya Hewêceyê de gole li ser welatiyan barandiye.

Çavkanî eşkere kir ku, piştî êrîş kirina çend Xwepîşanderan bo ser hêzên çekdar, hêzên çekdar yên artêşê jî bersif dane û gole li ser welatiyên Xwepîşander berandine.

Çavkanî eşkere kir ku, her çend ev buyera han jiber êrîşek bo ser navendeke kontrol kirinê pêk hatiye û di encam de sê leşker canê xwe ji dest dane û Efserek jî birîndar bûye lêbelê hîn jî di derbarê kuştî anjî birîndarên êrîşa artêşê bo ser Xwepîşanderan ti zaniyariyek nehatiye bidestxstin.
Top