• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê Tekez li Ser Cîbicîkirina Qanûnên Peywendîdar bi Karkeran Dike

Hikûmeta Kurdistanê Tekez li Ser Cîbicîkirina Qanûnên Peywendîdar bi Karkeran Dike
Bi minasebeta 1ê Gulanê roja cîhanî ya karkeran, hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî karkerên Kurdistanê û cîhanê dike û tekez li ser cîbicîkirina qanûn û rênimayîyên peywendîdar bi karkeran û rêkxistina karê sendîkayên karkekerî dike.


Naveroka peyama hikûmeta herêma Kurdistanê bi boneya 1´ê Gulanê roja cîhanîya Karkeran bi evê şêweyê ye:

Bi minasebeta 1ê gulanê roja cîhaniya karkeran, gerimtirîn pîrozbahîya pêşkeşî tev karkerên Kurdistan, Îraq û tevaya karkerên cîhanê dikîn û di kar û xebatên wan de serkeftinê dixwazîn.

Herêma Kurdistanê rabirduyekî tal digel wêrankirin û şewitaninaê heye. Di van çen salên dawiyê de nebe, ti dema û wextan karkerên herêma Kurdistanê bi awayekî fermî bi mafên xwe yên civakî şad nebûne. Em weke hikûmeta herêma Kurdistanê bi erkê (wezîfeya) xwe dizanîn ku, daxwaz û xwestekên karkeran di çarçoveya qanûnê de rêxistinî bikin.

Îro serdemeke nû ye di jiyana karkerên Kurdistanê de, bi sedan kompanî û bi hezaran karkerên biyanî li Kurdistanê kar dikin. Ev prosesa mezin divê bi qanûnekê bihê rêxistin û karkerên biyanî li gor pêwîstiya bazar bihên bo herêma Kurdistanê û di hemû projeyan de divê ewlewiyat jî bo karkerên herêma Kurdistanê be.

Em tekîdê li ser cîbicîkirina tev qanûnên girêdayî bi karkeran û rêxistina karê sendîkaya karkeran dikin. Em zêdetir tekîdê li ser komîteya pişknîna kar dikeyn.

Bi vê minasebetê jî daxwazê ji saziyên peywendîdarên hikûmeta herêma Kurdistanê dikin ku, zêdetir giringiyê bi qanûn û rênimayîyên baştirkirina jiyan û selametiya karkeran û malbatên wan bidin.

Careke din 1ê gulanê roja cîhaniya karkeran li tev karkeran pîroz be.

Serokatiya civata wezîran
30.04.2013
Top