• Tuesday, 10 February 2026
logo

Felah Mistefa: Nêzîkî 130 Hezar Penaberên Surî li Kurdistanê Hene

Felah Mistefa: Nêzîkî 130 Hezar Penaberên Surî li Kurdistanê Hene
Bi amadebûna Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û berpirs û nûnerên 54 kompanîyên ji welatên Çîn, Yekêtiya Ewropayê, Libnan, Erebistana Siudî, Îmarat, Swîsre û Amerîkayê, konfrensa rêxistinên Gêncên Serkirde (CEO) li Hewlêrê hate sazkirin.


Di konfrensê de, Felah Mistefa peyvek pêşkeş kir û got : ”Ji bo min şanaziyeke mezin e li pêşberî Rêxistina Gêncên Serkirde ku, ji girûpeke kompaniyên serkeftiyên cîhanî pêk tê, vê gotarê pêşkeş dikim.

Mistefa di gotara xwe de behsa dîroka gelê Kurdistanê û ew karesat û komkujiyên weke Helebce, êrîşên enfalan, anfalkirina barzaniyan, enfalkirina kurdên feylî û wêrankirina gundên Kurdistanê yên bi serê gelê kurd de hatine ji aliyê rijêma Bassê ve, kir.

Berpirsê têkeliyên derve behsa tecrûbeya hukimdariyê li herêma Kurdistanê a piştî serhildana sala 1991ê û avakirina yekem kabîneya hikûmeta Kurdistanê û hilbijartina parlamentoya Kurdistanê kir û got: ”Piştî jinavçûna rijêma diktatorî li Bexdayê di sala 2003ê de, kurdan bi xwesteka xwe federalî di çarçoveya Îraqê de hilbijart, beşdarî di nivîsîna destûra Îraqê de kir û roleke mezin di avakirina Îraqa nû de lîst.”

Di beşek din ji gotara xwe de, Mistefa behsa pirsgirêknên bi Bexdayê re kir û bi taybetî yasaya neft û gazê û kontiraktên neftê yên herêma Kurdistanê bi kompaniyênm biyanî re îmaza kirine kir û gor: ”kontiraktên herêma Kurdistanê yên di warê neftê de hatine îmza kirin hemû qanûnî û li gor destûra Îraqê ne û hatina kompaniyên mezin yên weke Shefron, Exxon M obil û Total nîşana rastiya siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê ya di warê neftê de ye.”

Felah Mistefa behsa rewşa aloza Suriyeyê û tesîra wê li ser herêmê kir û got: ”Hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze aloziyên Suriyeyê bi dawî be û xwînriştin raweste û gelê kurd jî bi mafên xwe yên adil şad bibe. Hikûmeta herêma Kurdistanê dest di karûbarên tu welatan wernade. Nuha nêzîkî 130 hezar penaberên surî li herêma Kurdistanê hene û di rewşeke dijwar de dijîn, ji ber hindê em daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku, alîkariya herêma kurdistanê bikin.”
Top