• Tuesday, 10 February 2026
logo

ŞerqulEwset; Ferman bi Artêşa Iraqê Hatiye Dan ku Rûbirûyê Pêşmerge Bibe

ŞerqulEwset; Ferman bi Artêşa Iraqê Hatiye Dan ku Rûbirûyê Pêşmerge Bibe
Jêdeekê serbazî yê nêzîkî artêşa Iraqê aşkira kir, ku livek ji alîyê artêşa Iraqê ve heye û goman dihê kirin ku rûbirûbûnek di navbera artêşa Iraqê û pêşmerge de çê bibe. Ew çend jî piştî ewê dihêt, ku bo tijekirina valahîya ewlehî, hikûmeta herêma Kurdistanê hêzên pêşmerge ber bi nawçeyên Kurdistanîyên derveyê îdareya herêmê şand.


Yek ji efserên firqeya 12 a artêşa Iraqê ku nexwastiye navê wî bihê aşkirakirin, ji rojnameya ŞerqulEwset re ragihandiye, ku fermanek ji serkirdeyê hêza bejahîya supayê Iraqê Elî Xîdan ve bo hêzên ´Sehwe´ derçûye, ewên ku li sînorê yekeya firqeya 12 ne, ferman werbigrin û hemahnegî hebin bo rawestan li hember hêzên pêşmerge.

Çûna pêşmerge bo nawçeyên Kurdistanîyên derveyên herêma Kurdistanê li sînorê parêzgeha Kerkûkê, piştî ewê dihêt, ku artêşa Iraqê di roja sêşembîya bihorî 23/4/2013 de êrişî ser qada xwepêşandanên bajarokê Hewîce kir û bi ewê hokarê çendîn kes hatin kuştin û birîndarkirin û hejmarek kes jî hatin girtin.

Herwiha ji alîyekê din ve jêdereke din aşkira kiriye, ku emîdê firokevan Macid Ebdulselam ku birêveberê hewalgirîya firokevanîya artêşa Iraqê ye, bi mebesta kirîna firokeyên bê firokevan ji Îranê, bi nihênî serdana ewî welatî kiriye.
Top