PDK Peyamek Pêşkêşî Partiya Biratiya Tirkman Kir
Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê hevdem ligel pîroz kirina 24 saliya damezrandina partiya han eşkere kiriye ku, Tirkman pêkhateyeke sereke ya Îraq û Kurdistanê ye û bi gerentî kirina tevahiya mafên wan yên siyasî û netewî Îraq demokratîktir dibe.
PDk herwiha diyar kiriye ku, neteweya Tirkman li Kurdistanê de yek ji bingehên sereke yên demokrasî û bihevre jiyana biratiyane ya di navbera pêkhateyên Kurdistanê deye.
Mekteb siyasiya PDKê eşkere kiriye ku, eger madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê were çareserkirin vê demê tevahiya kêşeyên Tirkmanên Îraqê jî tên çareserkirin.
