Bikujên 5 serbazên Êraqî hatin girtin
Şêwirmendê ragihandina parêzgarê Enbarê Mihemed Fatihî aşkere kir ku, ew 3 tometbar heya niha girtî ne û ne hatine radestkirin lê ew daxwazkirî ne û ser bi tûra terorîst ya El Qaîde ne.
Roja Şemiya borî li nêzî qada grevgirtiyan li bajarê Rumadî 5 serbazên Êraqî hatin kuştin ku ew bûyer bû sedema acizbûna serokwezîrê Êraqê Nûrî Malikî û daxwaza desteserkirina bikujan kir.
Ji aliyê xwe ve yekek ji serkirdeyên grevgirtiyan li Enbarê Ebdulrezaq Şemerî got: Em ne polîs in, ne jî artêş in ku tawanbaran desteser bikin, lê me hemahengî ji bo desteserkirina tometbaran kiriye.
Hevdema roja Şemiya borî serokê Sehwe ya Êraqê Wîsam Herdan gefê wê yekê kir ku, rewş vedigre bo sala 2006`an, eger di heyama 24 demjimêran de ew 5 bikuj neyên radestkirin hêzên Sehwe li parêzgeha Sunneyan dê hêriş bikin ser grûpên terorîst.
Xendan
