Li dijî serokwezîrê Sûriyê êrişa bombeyî
Li dijî serokwezîrê Sûriyê Waîl Nadir el-Halki êrişek pêk hat. Tê gotin ku êrişekî întihariye.
Televizyona El-Manar diyar kir ku êriş li dijî Halki pêk hatiye û serokwezîr rizgar bûye. Tê gotin ku di êrişê de mirî û birîndar hene.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirov a Sûriyê diyar kir ku di nava miriyan de parêzvanekî Halki heye.
Piştî teqînê wezîrê ragihandinê yê Sûriyê İmran El-Zabî hat cihê bûyerê.
Rudaw
