• Tuesday, 10 February 2026
logo

Îran: Li Iraqê dewletekî kurdî ne gengaze

Gulan Media April 29, 2013 Nûçe
Îran: Li Iraqê dewletekî kurdî ne gengaze
Cîgirê wezîrê derve yê Îranê Amîr Abdullah destnîşan kir ku li Iraqê dewletekî Kurdî ne gengaze. Abdullah diyar kir ku herî zêde Amerîka petrolê ji Îranê dikire.

Cîgirê wezîrê derve yê Îranê Amîr Abdullah ji rojnameya Yeni Şafak a Tirkiyê re axivî. Abdullah li ser pirsa ‘Di navbera Hewlêr-Bexdayê de car caran nakokî vedigerin krîzê. Hun derbarê Îran û Iraqê de çi difikirin?’ wiha got: “Li gor min li Iraqê di nava Şîe û Kurdan de ti pirsgirêk nîne. Dema em temaşeyî dîrokê dikin, Kurd û Şîe ligel hev û bê pirsgirêk dijîn. Siyasiyên Iraqê, Sunî û Şîe jî hev fêmkirine. Gelê Iraqê rojên pir xirab dîtine, lê em dibînin di nava van 10 salan de li Iraqê gavên demokratîk hatine avêtin.”

Amîr Abdullah wiha pêdeçû: “Di şerê petrolê yê li Iraqê de welatên biyanî hene. Lê siyasiyên li Iraqê ketine di rewşek ku di bin vê pirsgirêkê de bimînin. Ligel vê yekê bi taybetî aliyê kurd gelek dixwaze petrolê bi dest bêxe, ji ber tenê difikirin bi vî awayî bibin dewletekî azad. Lê dema em temaşeyî Iraq û navçeyê dikin, ez dikarim bêjim li Iraqê dewletekî kurdî ne gengaz (mimkun) e.”

Cîgirê wezîrê derve yê Îranê Amîr Abdullah derbarê ambargoya li ser Îranê jî wiha got: “Şandina petrola me bi awayekî baş dimeşe. Mesele gelek welatên Ewrûpa ji mêj de Îran ji lîsteya ambargoyê derxistine. Heta ev pêşniyar ji wan hat. Ji ber dema ambargo danîn ser Îranê, gelek zerer dîtin. Ev 2 sala herî zêde kompaniyên petrolê ji Îranê dikirin, yên Ewrûpa û Amerîka ne.”

Rudaw
Top