• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Recep Tayyip Erdoğan kir

Gulan Media April 29, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Recep Tayyip Erdoğan kir
Îro dûşem 29.04.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Huseyin Çelik Cîgirê Recep Tayyip Erdoğan li Partiya Dad û Geşepêdana Tirkiye û şanda li gel kir.

Li destpêka hevdîtinê de birêz Huseyin Çelik ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û silavên taybetiyê Serok Wezîrê Tirkiyê bi Serok Barzanî gihand û xweşhaliya xwe jî ji bo serdana Kurdistanê derbirî. Cîgirê Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê behsa xweragirî û rola Serok Barzanî ya li karwana xebata gelê Kurd û gihîştina wê roja niha ya avadanî û asayîşa berqerar û pêşketina li Herêma Kurdistanê da kir. Li beşekî dinê axaftina xwe de Huseyin Çelik balkişand li ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê ya li warê avadankirin û perwerdeyê de kir û hêvî xwest ew pêwendî pêş bikevê bi taybetî li warê çandin û danustandina şandên zanistî û xwendina bilind kir.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya Serok Wezîrê Tirkiye û Partiya Dad û Geşepêdanê kir û rola navenda zanistî û bazirganî û çandiyên Tirkiyê li geşepêdana pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de bilind nirxand û hêvî jî xwest ew pêwendî zêdetir pêş bikeve, bo ku pêşketin û aştî li navçeyê da bi cîhtir bibê. Li beşekî dinê hevdîtinê de her du aliyan pêvajoya siyasiya navçeyê û pêwendiya siyasiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê û welatê Tirkiye guftûgo kir û pêşhatên siyasiyên Iraqê jî xistin ber behs.
Top