• Tuesday, 10 February 2026
logo

Şandeya Herêmê û Hevpeymanîya Niştimanî Civiyan

Gulan Media April 29, 2013 Nûçe
Şandeya Herêmê û Hevpeymanîya Niştimanî Civiyan
Ajansên nûçeyan belavkirine, ku evroj serokê wezîrên herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re gihijtin bajêrê Baxdadê û kombûn bi Îbrahîm Ce`ferî re saz kirin.

Jêderên nûçeyan weha belavkirine, ku kombûn li nivîsgeha Ce`ferî hatiye sazkirin û tê de behsa xalên nakokên navbera Hewlêrê û Baxdadê dihên kirin û dihê çaverêkirin, ku piştî evê kombûnê şandeya Kurdî û hevpeymanîya Niştimanî kombûnê bi serokê wezîrên Iraqê Nûrî Malikî re saz bikin.
Top