Qereyilan Rola Hikûmet û Serokatiya Kurdistanê Bigirîng Wesif Dike
Qereyilan di vê hevpeyvîna han de behsa rola Hikûmeta û Serokatiya Kurdistanê kiriye û ragihandiye ku, rola Hikûmet û Serokatiya Kurdistanê bo serxistina vê pêvajoya han roleke gelek girînge.
Di derbarê hewldanên ku, heta niha jî hatine dayîn Qereyilan diyar kir ku, Hikûmet û Serokatiya Kurdistanê bo destpê kirina vê pêvajoya han gelek bi cidî hewl dane û hewldanên wan jî gehêştine encameke girîng û erênî.
