Li Qamişlo 60 girtî ji zîndanekî reviyan
Ofîsa Ragehandina Lîwaya Ehrar Alcezîre a girêdayî Artêşa Azad ji Rûdaw re ragehand ku hêzên wan duhî (27.04.2013), derbazî nava zîndana Elaya ya li başûrê Qamişlo bûn.
Li gorî Ofîsê, di encama operasyonê de, 60 girtiyên Kurd û Ereb hatin azadkirin û 6 leşkerên ku parastina zindanê dikirin, ji rejîmê cuda bûn.
Lîwa Ehrar Alcezîre eşkere kir ku wan gelek çek û teqemeniyên di nav zindanê de desteser kirine.
Ji aliyekî din, ajansa Anadolu ya Tirkiyê ragihand, 12 kes ji wan girtiyan ku biryara bidarvekirinê li ser wan hebû, reviyane Tirkiyê.
Li gorî nûçeyê, piştî ku li nexweşxaneya Nisêbînê rewşa tenduristiya wan hatine kontrolkirin, radestî rayedarên ewlehî yên wê deverê hatine kirin.
Hinek çavkaniyên herêmî diyarkirin piştî ku çekdarên Artêşa Azad ew girtî azadkirin, berê xwe dane gundê Sêgirka yê ser sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê.
Bi gotina wan çavkaniyan, şer di navbera Artêşa Azad û Yekîneyên Parastina Gel de derketiye û di encam de 10 kes hatine kuştin.
Rudaw
