Serok Barzanî Bi Wezîrê Derve Yê Berê Yê Îtaliyayê Re Civiya
Di hevdîtinekî de Fratînî kêfxweşiya xwe a li hember serdana xwe bo Kurdistanê û hevdîtina xwe ya bi Serok Barzanî re diyar kir û ragihand ku, ev yekemîn serdana vî ya bo Kurdistanê ye û got: Welateke we ya gelek xwe û awedan heye lêbelê jiber ev karesatên ku, di demên derbasbûyî de Gelê Kurd rastî wan hatiye pêwîste zêdetir têştên zêdetir ji re werin kirin.
Nav hatî behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Îtaliyayê de jî kir û ragihand ku, Hikûmeta Îtaliyayê biryar daye daku, di wan demên pêşiya me de Konsulusxaneya xwe ya li Hewlêrê ve bike.
Di berdewamiya hevdîtina han de heyeta mêwan dilgiraniya xwe a li hember kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir û got: Rewşa siyasî ya Îraqê wisaye ku, mirov nizane çawe li hember vê rewşa han tev bigere.
Li hember de jî Serok Barzanî kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han diyar kir û behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Îtaliyayê de jî kir û ragihand ku, niha asta wan peyvendiyan başe û hêvî dikim ku, her du alî hewl bo bihêztir kirina wan peyvendiyan bidin û Kurdistan jî xwedan xwestekeke bihêze bo berfire kirina peyvendiyên xwe yên bi Îtaliyayê re.
Di derbarê rewşa siyasî ya Îraqê de jî Serok Barzanî eşkere kir ku, Hikûmeta Bexdayê di warê hevsengiya siyasî, xizmetgozarî û saz kirina peyvendiyên xwe yên bi welatên Cîran re nikariye ser bikeve û artêşa Îraqê jî heta niha nebûye artêşeke netewî û cudatiyeke gelek mezin jî di nava pêkhateya artêşê de heye.
Di derbarê pêşeroja Îraqê de jî Serok Barzanî diyar kir ku, jiber siyasetên Hikûmeta Malikî ti asoyeke geş bo Îraqê nayê dîtin û eger rewş bi vê rengî bidome vê Îraqê ber bi hilweşanê ve biçe.
