• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ji 13 Baroyan Pêşniyar: Bila Kurdî Bibe Zimanê Perwerdehiyê

Gulan Media April 28, 2013 Nûçe
Ji 13 Baroyan Pêşniyar: Bila Kurdî Bibe Zimanê Perwerdehiyê
Bi tevahî 16 serokên baroyên bajarên Kurdan li Amedê civiyan û daxwaze makeqanûneke nûjen û demokratîk kirin. Serokên 13 baroyan xwest perwerdehiya bi Kurdî di yasayê nû de bê bicihkirin û mafên Kurdan ên kulturî û zimanî bên naskirin.

Serokên 16 bajarên kurdan li Amedê li oteleke taybet civiyan û daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Li ser navê baroyan Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî daxuyaniyê xwend. Elçî, got ew dixwazin ravekirina welatîbûnê li ser nijadek neyê kirin û di şûna welatibûna tirk de welatîbûna “Turkiyeyê” bê bikaranîn. Elçî, destnîşan kir ew dixwazin hemû mafên çandî û ziman ên kurdan û hemû neteweyên cuda bi awayeke qanûnî bên mîsogerkirin û wiha got: “Li gorî nêrîna me divê laîkî di makeqanûnê de tunebe. Her wiha em dixwazin hemû kes bikaribin bi zimanê xwe perwerdehî bibînin û xizmetên cemaweriyê jî bi her zimanî bên kirin. Ji ber vê yekê divê di makeqanûnê de bê nivîsandin li gel zimanê fermî yê tirkî bi zimanên din jî xizmet bên dayîn.”

Di dema civînê de ji ber van pêşniyar û daxwazan qeyranek derket. Baroya Dêrsimê û baroyên Meletî û Elezîzê ji ber têgehên laîkiyê û daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî teksta hevpar îmze nekirin û xwe paşve kişandin.
Piştî daxuyaniyê de civîna baroyan berdewam kir. Di civînê de dê nûnerek ji nava parêzeran bê hilbijartin û ew ê ji bo hilbijartina Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê bê pêşniyarkirin.
Top