Serok Barzanî Bi Nunerên Ciwanên Her Çar Parçeyên Kurdistanê Re Civiya
Di destpêka hevdîtinê de Sekreterê Yekîtiya ciwanên Kurdistanê jiber pêşkêş kirina peyamekî bo konferansa han spasiya Serok Barzanî kir û pişt re jî biryarên konferansa han ji Serok Barzanî re rave kir.
Serok Barzanî jî bi germî bixêr hatina wan ciwanan kir û destxweşiya wan jî jî ji bo organîze kirina vê konferansa han kir û pîrozbayiyên xwe jî pêşkêşî wan kir.
Serok Barzanî şîret li ciwanan kir û ragihand ku, dibe ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê hêz û karînên xwe bikin yek û di bin yek al de kar bikin.
Serok Barzanî got: Pêwîste tevahiya ciwanên Kurd li ser esasê hizreke netewî û aştîxwazane û dûr ji her cure neteweperestî werin perwerdekirin.
Serok Barzanî behsa qurbanîdanên Gelê Kurd kir û ragihand ku, Gelê Kurd gelek qurbanî dane û ev qurbaniyên han têra damezrandina 10 dewletên serbixwe dikin.
Serok Barzanî eşkere kir ku, her çend ku, Gelê Kurd rastî gelek trajedî û karesatan jî hat lêbelê karîne xwe biparêze û nasnameya xwe biparêze û xwedî jî nasnameya xwe derkeve û niha jî dem dema xebata aştiyane û demokratîke, û em bi tenê di çarçoweya vê rêbaza han de dikarin destkeftên xwe berfiretir bikin.
Serok Barzanî behsa guhertinên heyî yên li Deverê de jî kir û ragihand ku, guhertinên gelek mezin li Deverê de dirê dene û vê gelek fêdeya wan bo Gelê Kurd hebe û dibe ciwanên Kurd û Gelê Kurd xwe amade bikin daku, di nava wan guhertinan de destkeftên zêdetir ji xwe re misoger bikin.
