BDP Xwest Yasayê li Dijî Terorê bê Rakirin
Parlamentera BDP’ê Ayla Akat, got li welatekî yasayî pêwîstî bi Yasayê Têkoşîna Li Dijî Terorê tune ye û bal kişand di van qanûnan de gelek mafên hiqûqî jî weke “tawana terorê” tên dîtin. Akat destnîşan kir ev zagon maf û azadiyan asteng dike û li pêşiya siyaseteke demokratîk jî asteng e. Ayla Akat, bi bîr xist ji ber vê zagona xala 220 û 314’an gelek zarokên Kurd bi salan di girtîgehan de mane û hê jî ev zarok têne darizandin.
Wekî din Akat, di pêşniyarnameyê de ev tişt gotin: “Ji ber van yasayan çalakiyeke ji rêzê, xwepêşandan, meş, berzkirina dirûşman weke sûc tê dîtin û kesên ku tevli van çalakiyan dibin bi cezayên giran re rû bi rû dimînin. Heta niha gelek zarok ji ber van qanûnan di navbera 7 sal û 15 salan de seza xwarine.”
Ayla Akat, bal kişand dayika bi navê Elfo ku 79 salî ye ji ber van yasayan di Girtîgeha Êlihê de ye û di pêşniyarqanûnê de xwest roja kesên extiyar ên di girtîgehê de weke 4 roj bêne hisabkirin û ev kes demildest serbest bêne berdan. Akat, da zanîn li girtîgehên Turkiyeyê gelek piremêr û pîrejin hene û ji bo serbestberdana van kean sererastkirina qanûnan xwest.
