• Tuesday, 10 February 2026
logo

Malikî weşana 10 kanalan rawestand

Gulan Media April 28, 2013 Nûçe
Malikî weşana 10 kanalan rawestand
Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî biryar girt ku weşana 10 kanalên esmanî rawestîne.
Di daxuyaniyeke Desteya Peywendî û Medyaya Iraqê ya nêzî hikûmeta Iraqê de hat ragihand ku 10 kanalên medyayê radiwestîne.


Li gor wê daxuyaniya, “Ew kanal di veguhestina bûyerên Hewîce û pêşwaziyên navçeyê de teror pal dane û li dijî binemayên navneteweyî karê medyayî kirine.”

Navê kanalên ku biryara girtina wan hatine dayîn; El-Bexdad, El-Şerqiye, El-Şerqiyenews, El-Babiliye, Selahedîn, Enwar 2, El-Texîr, El-Feluce, El-Xerbiye û El-Cezîre.

Rudaw
Top