Serok Barzanî Bi Part Û Aliyên Siyasî Yên Rojawayê Re Civiya
Di civînekî de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li li Rojawayê Kurdistanê de hate hate nirxandin û amadebûyên vê civînê nêrînên xwe di derbarê çawetiya baştir kirina rewşa Kurd li Sûriyayê de anîn ziman.
Part û aliyên siyasî yên Rojawayê Kurdistanê herwiha behsa wan kêşe û arîşeyên heyî yên li Rojawayê welat kirin ku, jiber tundrewiya siyasî serî hildidin û daxwaz ji Serok Barzanî kirin daku, gerînindegiya wan bo çareser kirina kêşeyên heyî bike û Rojawayê Kurdistanê ji metirsiyan biparêze.
Li hember de jî Serok Barzanî dixwaz ji part û aliyên siyasî yên Rojawayê Kurdistanê kir daku, kêşeyên xwe çareser bikin û bibin xwedan yek nêrîn û yek helwest û got: Eger aliyên siyasî di hin waran de xwedan nêrînên cuda jî bin ne kêşeye jiber ku, tişta girîng eve ku, dibe tevahiya aliyan di warê steratejîkî de xwedan yek amanc bin û ev jî serxistina doza reva ya Gelê Kurd û bidest xistina mafên reva yên Gelê Kurd be.
Serok Barzanî eşkere kir ku, heta dema ku, hilbijartinên azad neyên organîzekirin û rewşa Sûriyayê aram nebe ti kesek nikare bi mentêqa zorê xwe li ser Gelê feriz bike.
Serokê Kurdistanê careke din ev yek dûbare kir ku, Hikûmeta Kurdistanê amadeye di her warî de hevkariya xweşik û birayên Kurd li Rojawayê Kurdistanê de bike.
