Şer Gihişte Sînorê Bajaroka Celewle
Jêderekî ji ewlehiyê berpirs, li Celewle, taybet bo ajansa Peyamnêr ragihand kêmekî berî niha li dewrûberê Şêx Bawe ya nêzîkî bajarokê Celewle kopterên artêşa Iraqê, gundê Begalî burdûman kir kû daniştiyên wê Erebin û li gorî zaniyariyên despêkê, otombêlek Şewitiye, ziyaneke gelek gihiştiyê.
li dema amadekirina vê nûçeyê ji heman jêderê hat zanîn kû, di wê otombêlê de Ajovan û Kurê wî hatine kujtin.
Têbînî: Navçeya Şêx Bawe dikeve navbera bajarokê Celewle û bajarê Keler de.
