Li Turkiyeyê Bendava ji Sedî 10 a Hilbijartinê Radibe
Li Turkiyeyê ji 12’ê Êluna 1980’an ve, di hilbijartinan de benda ji sedî 10 tê bikaranîn. Partiyên ku nikaribin vê bendê derbas bikin, nikarin parlamenteran bişînin parlamentoyê. Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP jî ji ber nikare bendê derbas bike, bi parlamenterên serbixwe dikeve hilbijartinan û bi hejmareke kêm dikeve parlamentoyê.
BDP di hilbijartina dawî re 36 parlamenter qezenç kir. Lê dadgeha hilbijartinê bi hinceta ku bêisûlî hatiye kirin parlamenteriya Hatîp Dîcle betal kir û hejmar daket 35’an. Ger benda hilbijartinê dakeve ji sedî 5’an BDP dê bikaribe 60 parlamenter bişîne parlamentoyê. Lewre BDP ji niha de ji sedî 7 ray werdigre.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mustafa Şentop, peyama benda hilbijartinê dê ji holê rabe dan çapemeniyê. Şentop, wiha got: “Ger sîstema serokatiyê li welatê me çêbibe, ji xwe bi awayeke otomatîk benda hilbijartinê ji holê radibe. Di rewşeke wiha de divê qanûna hilbijartinê bê rojevê.”
