• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Mêrdînê Ji ‘Bîra Mirinê’ Hestiyên Mirovan Derketin

Gulan Media April 25, 2013 Nûçe
Li Mêrdînê Ji ‘Bîra Mirinê’ Hestiyên Mirovan Derketin
Li gundê navçeya Qosera Mêrdînê li ser daxwaza Komeleya Mafên Mirovan (KMM) di bîrek de kolan hate kirin. Di kolanê de hestiyên mirovan derketin. Tê gotin ev hestî aydê kurdên welatparêz in.

Şaxa KMM’ê ya Mêrdînê ji bo ku aqûbeta 52 kurdê welatparêz ku hatibûn wendakirin hîn bibe, serî li dozgeriyê da û got li gorî lêkolînan kesên navborî avêtine bîrek. KMM’ê xwest li gundê navçeya Qosera Mêrdînê bîrek bê kolan. Li ser vê yekê Dozgeriya Komarê ya Amedê fermana kolanê da. Di encama kolanê de hestiyên mirovan derketin. Niha ji bo ku bê zanîn ev hestî aydê kê ne, dê testa DNA’yê bê kirin.

Serokê KMM’a Mêrdînê Erdal Kuzu, diyar kir gelek hestiyên mirovan hatine dîtin lê (serê mirovan) nehatiye dîtin û got: li ser daxwaza malbatên wendayan dê li hin cihên din jî erd û zevî bên kolan.
Top