Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda Korbenda Aboriya Cîhanê kir
Li vê hevdîtinê de Nûnerê Korbenda Aboriya Cîhanê ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya ji bo hevdîtina li gel Serokê Herêma Kurdistanê û serdana Kurdistanê beranber wan pêşketinên li Herêma Kurdistanê da heye sosretiya xwe anî ziman û got: Min di derbarê pêşveçûnên Kurdistanê de gelek tişt bihîstibû lê belê ewê ku min dît gelek ji wê zêdetir bû ku min bihîstiye.
Her wiha balkişand li ser şiyana ber bi çava Herêma Kurdistanê û ya li aboriya cîhan û navçeyê da rola xwe hebê ku hemû li jêr sayeya aramî û asayîş û hebûna îradeyekî bi hêza pêşketinê hatiye holê. Li dirêjahiya axaftina xwe de spasiya beşdarî Serokê Herêma Kurdistanê li runiştina berê yê Korbenda Aboriya Cîhanê kir û daxwaz jî kir Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî aboriya Herêmê beşdarî danîştina pêşeroja Korbendê bike ku li welatê Urdinê dihête sazkirin.
Li beranberda Serokê Herêma Kurdistanê bi xêrhatina mîhvanan kir û pêvajoya aborî û şiyanên Herêma Kurdistanê ji bo Nûnerê Korbenda Aboriya Cîhan şîrove kir û got: Geşbûna aboriya Herêma Kurdistanê li gor raporên piştrastkiriyan % 8 û ew lezgînî li pêşketinê ve vedigerê hebûna yasayekî guncawê weberhênan û hebûna asayîş û çavkaniyên sirûştî û her wiha daxwaz û plana Herêma Kurdistanê li geşkirinê de berdewame. Li beşekî dinê axaftina xwe de birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi Nûnerê Korbenda Aboriya Cîhanê ragihand ku ji bilî li kertê pîşesaziya uze, Herêma Kurdistanê amadeye li warê avadankirin û çandin û geştuguzarî û bazirganiyê jî da pêwendiyên wan li gel welatên herêmî û cîhaniya derve geştir bibe.
