Xwendina zimanê li Kurdî li zanîngeha Şam`ê
Li gor wê nûçeyê sindoqa zanîngehê dixwaze beşên nû di nava peymangehên zimanan de veke, her weha bal kişandiye ser girîngiya zimanên Ermenî û Kurdî, lewra diyar kiriye ku pêwîstiya wan bi mamostayan heye daku herdu zimanan bidin xwendin, ji ber vê çendê daxwaz kiriye ku kesên şiyanên wan di vî warî de hene, divê ku ji îro serlêdana zanîngehê bikin û navên xwe tomar bikin.
Hêjayî gotinê ye ku, piştî destpêkirina Şoreşa Sûriye ev pêngava yekem e ku, Wezareta Bilind ya Perwerdeya Sûriyê derbarê zimanê Kurdî de gavan diavêje, ku dixwaze zimanê Kurdî jî tevlî zimanên Turkî, Almanî, Farsî û çendîn zimanên din bike, ku zimanê Kurdî dê wek zimanê duyamîn di kolîjeyên wêjeyî de piştî zimanên Erebî, Ingilîzî, Fransî û Turkî dê bê xwendin.
Xendan
