Bi Merasimeke Girseyî Salvegera Bordimana Qeladizê Hate Bîranîn
Di merasima han de ku, hijmareke gelek zêde ji xelkê Deverê, nunerên saziyên medenî û Berpirsên siyasî û îdarî yên Kurdistanê jî tê de beşdarbûn, Beşdarwan bi meşek ji berdem Qaêmmoqamtiya Pişder ber bi Goristana Şehîdan ve birê ketin.
Piştî gehêştina xelk bo Goristanê, çendîn peyv û gotar hatin pêşkêşkirin û behsa vê karesata han hate kirin.
Di berdewamiya vê merasima han de çendîn çalakiyên curbicur jî hatin pêşkêşkirin.
Hêjayê gotinêye ku, Rejîma Îraqê di 24.4.1974an de Bajarê Qeladizê bordiman kir û di encam de 134 welatî Şehdî ketin û 152 welatiyên din jî birîndar bûn.
