Hêzên Pêşmerge û Polîsên Germiyan Gihiştin Qeretepe
Gotebêjê polîsên Germiyan, muqedem Hesen Mihemed, bo ajansa Peyamnêr ragihand; bi sedema wê aloziya kû li devera Qeretepe rûdayî, hêzên Pêşmerge berû wê navçeyê tevger kirin, niha li wê bajarokê ne, di heman demê de, rêveberê polîsên Germiyan emîdê Yasayî Mihemed Fayîq da kû ji nêzîk ve, agehdariya rewşa Qeretepe be, li gel hêzên Polîsên Germiyan çûne wê navçeyê.
Weha jî got: rewşa navçeyê aloze, ev jî bi sedema wan pevçûnên di navbera hêzên artêşa Iraqê û komên çekdar yên wê deverê pêkhatiye.
Di encama wê pevçûnê de, li nêzîkî gundê Keşkûl û Xizêfe rûda, hijmare ji her dû aliyan hatine kujtin û birîndar bûne, her di vê navberê de hêzên Dicle berû Celewle paşkêşî kirine.
