• Tuesday, 10 February 2026
logo

Leşkerên Artêşa Turk jî Dest bi Vekişînê Kirin

Gulan Media April 24, 2013 Nûçe
Leşkerên Artêşa Turk jî Dest bi Vekişînê Kirin
Leşkerên Artêşa Turk ên ku demeke dirêj e li Şirnex û navçeyên Şirnexê peywirdar in, îro bi karwanên wesayîtên leşkerî vegeriyan bajarên Turkiyeyê.


Li Turkiyeyê ev 3 meh in pêvajoya aştî û çareseriyê di navbera PKK û hukûmetê de tê meşandin. Piştî ku di navbera hukûmetê û Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan de hevdîtin hatin kirin, nexşeyên çareseriyê jî derketin holê. Ji bo ku civakê ji aştiyê re amade bikin pêşî li 7 herêmên Turkiyeyê komîsyonên ji 9 kesan pêk tên weke aqilmend hatin şandin û aqilmendan li her bajar û navçeyê dest bi civînên razîkirina xelkê kir. Niha hemû çav li rê ne ku çekdarên PKK’ê vekişin derveyî sînor. Rêveberê Konseya Bilind a KCK’ê Duran Kalkan, îro bi rojnamevan Rûşen Çakir re aşkera kir ew hêzên xwe ji bo vekişînê amade dikin û vekişîn dê heta 6 mehan encax biqede.

Li gorî rojnameya Radîkalê jî leşkerên Artêşa Turk jî îro ji Şirnex û navçeyên wê vekişan û bi karwanên leşkerî berê xwe dan bajarên Turkiyeyê. Hate ragihandin ku leşkeran bi xwe re cebilxane û çekên giran jî vekişandine.

Lê ev nûçeya Radîkalê hêj ji aliyê payebilindên Artêşa Turkiyeyê ve nehatiye piştrastkirin. Dibe ku ev vekişîna leşkeran karekî bi rêk û pêk a cihguhertinê jî be.
Top