Serok Barzanî: Ti Hêzek Nikare Vîna Gelê Kurd Bo Azadî Bişkîne
Serokê Kurdistanê di vê peyama xwe de silavên xwe pêşkêşî rihê paqêj ya Şehîdan û xelkê berxwedêr û têkoşer ya Qeladizê kiriye.
Serok Barzanî di beşeke din ya vê peyama xwe de nivîsandiye ku, bordiman kirina Qeladizê û Zanîngeha Silimaniyeyê rûpeleke gelek reş ya Dîroka Dîktatoriyeta Îraqê û Neyarên azadî û zanistêye.
Serok Barzanî herwiha eşkere kiriye ku, buyerên han îsbat kirin ku, ti hêz û ti artêşek nikare vîn û îradeya Gelê Kurd bo azadî û bidest xistina zanînê bişkîne.
