Nêçîrvan Barzanî: Em Rewşa Awarebûnê Baş Fêm Dikin
Di hevdîtineke de behsa rewşa Penaberên Sûriyayê yên li Îraqê bi giştî û yên li Kurdistanê de bi taybetî hate nirxandin û her du alî bi berfirehî behsa rewşa Penaberên bicîhbûyî yên di nava her sê Parêzgehên Kurdistanê de kirin.
Di berdewamiya hevdîtina han de Nunera NY û Cîgira Komîserê UNHCR spasiyên dezgeha xwe pêşkêşî Hikûmeta Kurdistanê kir û ragihand ku, Hikûmeta Kurdistanê di her warî de hevkariyeke gelek baş pêşkêşî aware û Penaberên Sûriyayê kiriye.
Çavkanî hêvî xwest ku, welat û dewletên din yên Deverê jî çav li Hikûmet û Gelê Kurdistanê bikin û weke Gel û Hikûmeta Kurdistanê hevkariya wan awareyan bikin.
Li hember de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, pêwîste Hikûmeta Îraqê erkê xwe yê sereke cîhbicîh bike û hevkariya awareyên nava wan kempan bike.
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, tê payîn hijmareke din ji xelkê Sûriyayê ( Kurd û Ereb) awareyên Kurdistanê bibin lewre Hikûmeta Kurdistanê di vê warî de amadekariyên gelek baş kiriye.
Meseleya kêmbûna kempan û herwiha kemasî û kemaniyên heyî yên di nava wan kempan de beşeke din ya vê hevdîtina han bû û Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê biryar da daku, li ser bûdceya Hikûmeta Kurdistanê 10 miliyon dolarên din bo damezrandina du kempên din li Hewlêr û Dihukê de were amadekirin.
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, dema behsa rewşa Penaberî tê kirin emê gelek bi başî rewşa awareyî û penaberî fêm dikin jiber ku, me bo xwe jî awareyî û penaberî dîtiye lewre Hikûmet û Gelê Kurd bi her awayî amadeye ku, di her warî de hevkariya penaberan bikin.
