• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ta niha Zêdetir ji 200 kuştî û birindar hene

Gulan Media April 23, 2013 Nûçe
Ta niha Zêdetir ji 200 kuştî û birindar hene
Şer û pevçûnên di navbera xwepêşanderên qeza Hiwêce û hêzên ewlekariyê berdewame û li gor amarên destpêkê heya niha 6 serbaz hatine kuştin û 11 jî birîndarin, her weha zêdetir li 50 xwepêşanderan hatine kuştin û bi dehan jî birîndarbûne.

Jêderekê agahdar li rûdanê ji Xendanê re ragihand ku: piştî ku îro danê serê sibehê sêşeme 23/4/2013`an ew hêzên ku bi hevkariya helîkopteran û bi gaza stêrkbarînê êrişî xwepêşanderan kiribûn û piştre jî bi ava şid bikaranîbûn şer û pevçûn rûda û heya niha jî berdewame.

Heman jêderê aşkira kir ku ew hêriş ji aliyê hêza Siwat û polîsê federal û hêzekî taybet ya serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî hatibûn encam dan.

Ji aliyekî din ve li gor amarên destpêkê heya niha 6 serbaz hatine kuştin û 11 serbazên din jî birîndarbûne, di rêza xwepêşanderan de jî zêdetir li 50 kesan hatine kuştin û sedan jî birîndarbûne.

Xendan
Top