Nûnerê UN li Êraqê: Artêşê nehîşt ez biçim Hiwêceyê
Îro sêşeme 23/4, ajansa Meda Pres belav kiriye ku nûnerê UN li Êraqê Martin Kopler bi tundî rûdanên îro ya li Hiwêceyê rûda şermezar kir.
Di dirêjahiya nûçeyê de hatiye ku Kopler artêşa Êraqê tawanbar kiriye bi wê yekê ku berya ew bûyer rû bide rêgirî li wî hatiye kirin ku biçe nav Hiwêceyê.
Di dirêjahiya axaftina xwe de got: "Dilê min ne tenge belku ez gelekî acizim ji ber ku goftûgo birêve neçûye.
Ji aliyê xwe ve berpirsên Kerkûkê û Hiwêceyê daxwaz kirine ku çareserî ji vê kêşeyê re bê dîtin û bi lez lêkolîn li bare rûdanê bê kirin."
Îro danê sere sibehê hêzên operasyonên Dîcleyê bi hevkariya hejmarek kopter êriş kirine ser xwepêşanderên bajarê Hiwêceyê û di encamê de dehan kes hatine kuştin û bi sedan jî birîndar bûne.
Xendan
