• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Dûzxurmatû 5 serbazên kurd ên artêşa Iraqê hatin kuştin

Gulan Media April 23, 2013 Nûçe
Li Dûzxurmatû 5 serbazên kurd ên artêşa Iraqê hatin kuştin
Li devera Silêman Beg li bajarokê Dûzxurmatû ya parêzgeha Selahedîn a Iraqê, di encama êrişek çekdarî de efserekî kurd ê artêşa Iraq û 4 pasewanên wî hatin kuştin. Her wiha hat zanîn, rêka Hewîce hatiye girtin û serdana nûnerê NY bo wê deverê hatiye astengkirin.

Jêderekî ji asayişa bajarokê Dûzxurmatû ya Selahedînê ji Rûdawê re ragihand, hinek çekdarên nenas îro (23.04.2013) êrişî efserekî kurd ê bi navê Remezan û pasewanên wî kirin ku di encamê de efserê han û 4 pasewanên wî hatin kuştin.

Jêderê han diyar kir ku akinciyên devera Silêman Begê li hember polîs û hêzên artêşa Iraqê çek hilgirtine û ew ji devera xwe derxistine û hêzên polîs jî çekên xwe danîne û çûne malên xwe.

Li ser bûyerên îro yên bajarokê Hewîce jî, serokê encumena Hewîce Husên Hesen ji Rûdawê re got: “Hêzên artêşa Iraqê bi darê zorê xwepêşander ji hev belav kirin û heta niha jî dengê çekan tê.”

Hesen her wiha da xuyakirin ku xala pişkinînê ya ku ji bin kontrola artêşa Iraqê hatiye derxistin, ji aliyê komek biçûk ve hatiye kontrolkirin nek ji aliyê hemû xelkê Hewîce ve.

jêderekî ji tîma nûnerê NY li Iraqê Martîn Kopler ji Rûdawê re ragihand, Kopler piştî Kerkûkê xwast serdana Hewîce bike û ji nêzîk ve bûyerên îro bişopîne lê hêzên artêşa Iraqê rê nedane Kopler serdana Hewîce bike, lewma neçar maye vegere Bexdayê.

Rudaw
Top