• Tuesday, 10 February 2026
logo

Erdogan bersiva Kerry da: Ez serdana xwe ya Filistînê paş naxim

Gulan Media April 23, 2013 Nûçe
Erdogan bersiva Kerry da: Ez serdana xwe ya Filistînê paş naxim
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, diyar kir ku serdana xwe ya Filistînê paş naxe û wiha axivî: “Jixwe min gotibû ezê piştî serdana Amerîka herim Filistînê, ji ber wê jî ez vê serdanê paş naxim.”

Piştî berdevkê hikûmetê, serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî li hember daxuyaniya wezîrê derve yê Amerîka John Kerry a ji bo paşxistina serdana Erdogan a Filistînê nerazîbûn nîşan da.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Tirkiyê, Erdogan îro (23.04.2013) piştî ku beşdarî merasima 23ê Nîsanê (li Tirkiyê wek jejna serweriya neteweyî û zarokan tê pîrozkirin) ji rojnamevanan re axivî.

Erdogan herheqê daxuyaniya wezîrê derve yê Amerîka li bara paşxistina serdana Filistînê de wiha got: “Xwezî wisa negotiba. Xelet bû. Jixwe min gotibû ezê piştî Amerîka serdana Filistînê bikim.”

Serokwezîrê Tirkiyê da zanîn, dê roja 14ê Gulana îsal serdana Amerîka bike.

Berdevkê hikûmeta Tirkiyê Bulent Arinç jî duh (22.04.2013) bersiva Kerry da û diyar kir, daxuyaniya Kerry rast nîne û Erdogan ji bo serdana Filistînê ji tu kesî destûr wernagire.

Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry, pêr li Stenbolê diyar kir, di hevdîtina xwe digel Erdogan de jê xwastiye ku serdana xwe ya Filistînê paş bixe.

Rudaw
Top