• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî Peyamek Pêşkêşî Govara Gulan Kir

Gulan Media April 21, 2013 Nûçe
Mesrûr Barzanî Peyamek Pêşkêşî Govara Gulan Kir
Bi Minasebeta 19 saliya derçûna Govara Gulan Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêşî stafa govara han kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Ji bo staf û nivîskarên birêz yên Govara Gulana xweştewîst

Bi minasebeta 19mîn salvegera derçûna govara Gulan pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî we dikim.

Govara Gulan ezmûneke serkeftî ya Rojnamegeriya Kurdiye û ez jî xwênerek hertimî ya govara Gulanim, govara han giranî û buhayeke xwe ya teybetî heye û kariye bi kar kirina xwe li ser mijar û babetên siyasî, civakî û abûrî yên girîng, giftûgoyên xwe li ser rûpelên xwe çê bike û bi vê rengî jî xwênerên Kurd jî karîne ku, nêrîn û ramanên hijmareke mezin ji Rewşenbîr û Nivîskaran hîn bibin.

Weke xwênerekî govara Gulan ez daxwaz dikim ku, nûbûneke baştir di dîzan, naverok û cureya mijaran de hebe û hêvî dikim li ser înternetê jî çalak bin û mijar û babetên we li ser înternetê jî bikevin ber çavên xwênerên Kurd yên li Derveya Kurdistanê. Hêviya min serkeftin û berdewamiya we ye.

Birayê we

Mesrûr Barzanî
Top