• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Dîwana Serokayetiya Herêm pêşwaziya Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Emerîka kir

Gulan Media April 21, 2013 Nûçe
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêm pêşwaziya Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Emerîka kir
Birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Duh yekşem 21/04/2013 li avahiya Dîwanê pêşwaziya xanim Barbara Lef Cîgira Yarîdedera Wezîrê Derveyê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka û Pol Steven Konsolê Giştî yê Emerîka li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de her du alî behsa çendîn mijaran û pirsên girêdayî bi rewşa niha û helwesta Herêma Kurdistanê li beramber kêşeyên siyasiyê helawestiyên Iraqê kirin.

Serokê Dîwan rêz û silavên rêzdar Serok Barzanî gihand şanda mîhvan û balkişand li ser serdana vê dawiyê ya şanda Herêmê ya Emerîkayê kir û ji bo wê pêşwaziya germa li şanda Kurdistanê û wê helwesta wan ya eşkere spasiya Wezareta Derveya Emerîkayê kir.

Her li vê civînê de Fuad Husên encama civîna doh ya rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel nûnerên Kurd li Bexda ji bo şanda mîhvan behskir û ragihand ku Herêm şandekî payebilind bi mebesta encamdana gotubêj kirina li gel Hikûmeta Federal dişîne Bexda.

Xanim Barbara Lef vê karê Herêma Kurdistanê bi hengavekî rast û erênî wesif kir û paşê tîşk xiste li ser rewşa birêveçûna hilbijartina Encumena Parêzgehên Iraqê û behsa pêvajoya navçeyên rojavayê Iraqê kirin ku ev demeke têda xwepêşandan berdewame.

Li mijareke dinê hevdîtinê de pêvajoya Suriye û gelê Kurd li wî welatî û behsa rewşa wan penaberên Sûriyên li Herêmê ne kirin û li vî derbarî de Cîgira Yarîdedera Wezîrê Derveyê Emerîka got ku Hikûmeta Herêmê karekî yekcar mezin kiriye ji bo yarmetîdana wan koçberan û her çi ji dest hatibe ji bo wan desteber kiriye.

Pêvajoya danustandinên aştî li Tirkiye û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka jî du mijarê dinê hevdîtina di navbera Serokê Dîwana Serokayetiya Herêm û xanim Barbara Lef Cîgira Yarîdedera Wezîrê Derveyê Emerîka bû.
Top