Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li kovara Gulan kir
Rêzdar Sernivîskar û Rojnamevan û Karmendên Kovara Gulan
Silav û rêz...
Ji bo nozdehemîn salvegera derxistina kovara Gulan germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we yên delal dikim.
Gulan li demek de berev bîstehemîn saliya karkirina xwe hengavan davêje ku wekî temendirêjtirîn kovara siyasiye li Kurdistanê de, kariye dewranek li rojnamegeriya Kurdî da dirust bike û zimanê diyalog û bîr û ramanên cûda bikardianî û heta niha jî li ser wê rêyê berdewame û ji bo wê yekê raya pêkve bestina rewşenbîrên Kurdistan û derve û xwendevanên Kurd li rêya Gulan ve bîr û raya hejmarekî zêdeyê nivîskar û rewşenbîrên biyanî û Ereb û Kurd xwendine.
Qonaxên cûdayên karê Gulan, wê yekê selmand ku dikare rojnamevaniya Kurdî bi awayekî profesyonalane karê xwe bike û berhemên gelek baş pêşkêş bike û li demek de rayên cûda dixe rû, erkê xwe jî li xizmetkirina projeyên neteweyî raperênê.
Hêvîdarim sala nû ya temena kovara we, sala berdewamî û pêşketinên zêdetir bê. Destxweşiyê li we dikim û ji bo we hêviya serketinên zêdetir dixwazim.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21.04.2013
