Bi Amadebûna Serokwezîrê Hikûmetê Dawî Bi Devreyeke Kolêja Polîs Hat
Di vê devreya han de ku, çaremîn devreya kolêja Polîs ya Silimaniyeyê ye 270 polîs hatin meznûnkirin.
Di destpêka devreya han de çendîn peyv û gotar hatin pêşkêşkirin û behsa girîngiya rola Polîs di warê parastina qanûn û serweriya qanûnê de û herwiha di derbarê girîngiya kolêj û akademiyên han hate kirin û pişt re jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barazanî jî gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê di destpêka gotara xwe de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî polîsên derçû kir û hêvî xwest ku, bibine sedema zêdetir pêş xistina pergala polîs li Kurdistanê de û ev yek sala ku, di nava kolêja han de xwendine li gel ev çar salên din ku, li kolêjên din de xwendine bikene bingehek bo baştir têgehêştina girîngiya kar û erkên polîs.
Serokwezîrê Hikûkmeta Kurdistanê herwiha diyar kir ku, em di xwazin di warê demokrasî û serweriya qanûnê û pêşkeftî bûna polîs de nimûneyeke berçav û girîng nîşanê Deverê bidin.
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê herwiha anî ziman ku, polîs nîşaneyeke girîng û sereke ji serweriya qanûnê û dewleteke hiqûqiye û me gelek zehmetî kêşandin daku, ev rêreweya han gehande vê asta han jiber ku, di welateke dictator û eskertariyek weke Îraqê de polîs bibû weke amrazeke nokte li ser û ji aliyê desthilatê ve ji bo berejwendiyên xwe dihat bikaranîn, polîs di Îraqa kevin de bibû polîsa parastina desthilata tekekesekî li me hewl daye daku, ev têgehêştina han bi giştî biguherin û me kariye di vê warî de hengavên girîng bavêjin.
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê herwiha diyar kir ku, Hikûmeta Kurdistanê niha hewl bo vê yekê dide daku, meseleya polîs li Kurdistanê bike meseleyeke serdemiyane û polîsên Kurdistanê bike polîsên civakî, û wateya vê yekê jî hevkarî kirina polîs civak bihevreye û ev yek jî dibe sedema vê yekê ku, ti tirseke civakê ji binpê kirina mafên xwe tunebe.
