• Tuesday, 10 February 2026
logo

Çîn: Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt (6156) kes

Gulan Media April 21, 2013 Nûçe
Çîn: Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt (6156) kes
Erdheja ku Duh 20/4/2013`an li navçeya Sîtşwan a li başûrê rojavayê Çînê xistibû hejmara qurbaniyên wê gihîşte 156 kuştî û 6000 birîndar û hêza erdhejê jî bi pileya 7 li gor pîvana rêxterê bûye.

Erdheje ji bilî ziyanên canî ziyaneke mezin gîhandiye avahî û jêrxaniya wê navçwyê û zêdetirî 2000 serbazên Çînî bo alîkariyê û rizgarkirina mirovan gihîştine deverê.

Jêderên Çînî ragiandine ku navenda erdhejê bi kûrahiya 13 kîlo metir bûye û li nêzîkî navçeya erdhejê ku sala 2008`an li deverê dabû û di encamê de 70 kesan jiyan xwe ji dest dabû.
Jêder: Ajans

Xendan
Top