• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîran û Serokên Fraksiyonên Kurdistanê li Bexda civiya

Gulan Media April 20, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîran û Serokên Fraksiyonên Kurdistanê li Bexda civiya
Bi Serokayetiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Serokê Parlemen û Serok Wezîrên Kurdistanê, îro şemî 20/04/2013 îtîlafa hêzê Kurdistaniyan li gel Wezîran û Serokên Fraksiyonên Parlemaniyên Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê re civiya.

Li kombûnê de, nameya birêz Dr Îbrahîm Ceferî Serokê Fraksiyona Hevpeymaniya Nîştîmanî ya ji bo birêz Serokê Herêmê bi erênî hate nirxandin. Her wiha li ber ronahiya naveroka nameyê da, bi mebesta gihîştina çareseriyeke bingehîn dosyeyên helawestiyên di navbera Hikûmeta Federalî û Herêmê û heta mekanîzmekî ji bo pêkanîna hevbeşî û sazdana nîştîmanî û hevsengiya li gor destûr bê danîn, biryar hate dayîn şandekî siyasiya bilind ji bo guftûgoyê li gel Hevpeymaniya Nîştîmanî û Hikûmeta Federal bike bişînin Bexda.
Top