Erdogan: Li çiya teror namîne lê li hundur de MHP terorê dimeşîne
Ligorî nûçeya ku di malpera rojnameya Hurriyetê de hatiye belavkirin, serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, bi parlamenterên herêma Egeyê ku ‘herî kêm’ piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê di taştê de civiya.
Li gorî nûçeyê, Erdogan derbarê mijarên ku di rojevê de ye axivî û wiha got: “Nirxên wek welat, netew, al û bawerî ji îstîsmarê re pir vekiriye. Me rîsk girt, muxalefet rîskê nagire. Dema me encam girt dê muxalefet mahçup bibe. Muxalefet bi du pirsan dixwaze bê rojevê. Yek, dê çareserî çawa be, ya duyemîn jî teror bi dawî bibe dê çi bibe? me tu carî tavwîz neda terorê. Nekarin bi belge bikin, ispat bikin. Tu bazar tune ye. dibêjin ‘dewlet li dijî PKK’ê têk çû, tawîz danê’. Em dikarin bersiva herî baş bidinê, lê ev ji bilî aloziyê tu tiştek nîne.”
Erdogan CHP û MHP rexne kir û got: “Wekî di MHP’ê de pêk tê, bi serokekî giştî ku welatiyan sor dike, mirov nagihêjin tu derê. Li çiyê teror namîne lê em nikarin çavên xwe ji eşqiyatiya nav bajaran re bigirin. Di CHP’ê de jî rewş hemane. Pêşveçûnên cuda dê di demek nêz de hûn bibînin. Li Qeyseriyê li dijî heyeta Aqilmedan provakasyonek çêbû. Di serî de serokê MHP’ê yê navedê proveke dikin. Yên ku çûn wir ne li dij sirûda îstîklalê ne. Ya ku ew dikin terorîzme. Tişta ku MHP dike terorîzme.”
Erdogan anketeke li herêma Egeyê hatiye kirin jî parve kir û got, AKP ji sedî 37, CHP ji sedî 43 û MHP jî ji sedî 13 ye.
