• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hêmin Hewramî: Eger Li Hev Nekin Vê Ji Hev Cuda Bibin

Gulan Media April 19, 2013 Nûçe
Hêmin Hewramî: Eger Li Hev Nekin Vê Ji Hev Cuda Bibin
Berpirsê peywendiyên derve yê Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî got eger danûstandin bi ser nekevin û herdu lijneyên serbazî û darayî yên Kurdistanê digel Bexdayê negihin encameke pozîtîf, wê demê kes gazindan nake ger kurd alternatîvên din hilbijêrin û Parlamentoya Kurdistanê biryara xwe ya dawiyê bide.

Hêmin Hewramî ji rojnameya erebî Elşerq Elewsetê re behsa kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de kir û got:

Ger biryar li ser mana di beşdarbûna rewşa siyasî ya niha de yan jî jêqutbûnê de be, biryardana li ser mafê çarenivîsê jî yek ji alternatîvan e ji ber ku Parlamentoya Kurdistanê nûnertiya Gelê Kurdistanê dike.
Top