• Tuesday, 10 February 2026
logo

Yilmaz Erdogan: Em Hesaba Roboskiyê Jî Dipirsin

Gulan Media April 19, 2013 Nûçe
Yilmaz Erdogan: Em Hesaba Roboskiyê Jî Dipirsin
Hunermendê kurd ê şanoyê ku xebatên xwe bi tirkî dike û li Tirkiyeyê navdartirîn şanoger e Yilmaz Erdogan, di civîna aqilmendan a li Şirnexê de got ew di xebatên xwe de hesaba Roboskiyê jî dipirsin.

Şandeya Aqilmendan ku ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê hatibû avakirin, îro li Şirnexê bi xwendekaran re civîn pêk anîn. Yek ji aqilmendan şanogerê kurd Yilmaz Erdogan jî axivî. Erdogan, got ew dixwaze xwendekarên ku îro di vê salonê de civiyane bibin nifşê herî dawî yê şer û wiha got: “Piştî 45 saliya min bû qismet ku ez bêm ser axa xwe ku Şirnexê ku nêzî Culemêrgê ye. Îşê Xwedê ye. Berê Elkê û Qileban bi ser Culemêrgê bûn. Meta min hevjîna Şaredarê Elkê bû. Ji ber vê yekê ez tim dihatim vê taxa ku hûn niha lê ne û piştre dîsa vedigeriyam. Ji ber ku ez li vir im, gelek kêfxweş im.”

Erdogan, destnîşan kir ew niha ji bo aştiyê li vê derê ne û dixwazin li ser vê xakê aştiyek ava bikin. Li ser van axaftinan xwendekaran pirsî ka çima hesaba Roboskiyê ku 34 gundiyên kurd tê de bi balafirên şer ên tirk hatibûn kuştin nayê pirsîn. Li ser vê yekê Erdogan got helbet ew hesaba vê yekê jî dipirsin û divê hemû kes bi hev re hesaba Roboskiyê bipirsin û vê bûyerê pirsyar bikin. Erdogan, got ew ê van axaftinên derbarê Roboskiyê de jî di rapora xwe de binivîsin û ji hikûmetê re pêşkêş bikin.
Top