• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rûnkirinek ji Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Gulan Media April 19, 2013 Nûçe
Rûnkirinek ji Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Li malpera Kurdîu û çend medyayekî din da nûçeyek belav bûye ku qaşo birêz Serokê Herêma Kurdistanê hilbijartina parêzgehên Herêma Kurdistanê paş xistiye û tenê dema her du hilbijartinên Serokê Herêm û Parlemena Kurdistanê diyar kiriye.

Bi hemû aliyekî radigihînîn ku babeta diyarkirina dema hilbijartina parêzgehan li gor yasaya hilbijartinên Encûmena Parêzgehan û Qeza û Nahiyeyên Herêma Kurdistanê ya hejmar (4) a sala 2009 ê hemwarkirî, li selahiyata Hikûmeta Herêmê daye û tu pêwendî bi birêz Serokê Herêma Kurdistanê ve tûne. Bi berevajiya wê rêzdar her dem li gel ewe daye hemû hilbijartinek li dema xwe û li keşuhewayekî demokratiyane da bête encamdan. Ji bo wê yekê tekez dikîn ew nûçe rastiyê dûre û tu bingehekî xwe tûne.

Dr Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
19/04/2013
Top