Parlamenterekî Kurdê CHP bi Sîxuriya CIA Hate Tohmetbarkirin
Nakokî û gengeşeya di navbera her du alîyên eniya neteweperest û guherînxwaza Partîya Komarîya Gel (CHP) de her diçe gurtir dibe. Pêşî li ser daxwaza Serokê giştîyê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu Gulseren Onanç ji posta alîkariya serokatiyê hate dûrxistin. Piştre di civîneke din de gengeşe (nîqaş) derket. Di dema gengeşeyê de Parlamentera CHP’ê ya Uşakê Dîlek Akagun Yilmaz, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu ku ji Amedê ye bi sîxuriya CIA sûcdar kir. Li ser evê yekê Yilmaz ji bo navenda dîsîplînê ya CHP hate şandin
Sezgîn Tanrikulu bi eslê xwe Kurde û xelkê Amedê ye û endamê partîya komarîya gele û li ser lîsta CHP parlemanterîya Istanbulê bi dest ve anîye.
Çav li rê ye ku di civîna desteya dîsîplînê de Yilmaz bihê cezakirin. Lê li gor çavdêran, çi ji desteya dîdîplînê ceza derkeve çi jî dernekeve, dê gengeşeyên di navbera aliyên cuda yên CHP’ê de zêdetir bibin.
