Li Hewlêrê Kempek Bo Kurdên Rojawayê Tê Damezrandin
Di vê civîna han de ku, hijmareke Berpisên îdarî û siyasî yên Hikûmeta Kurdistanê û Nunerên çendîn saziyên medenî, dezgehên ewlekarî, Birêveberatiya Nîşîngeh û Dezgehên xêrxwazî jî tê de başdarbûn, çawetiya baştir xizmet kirina Kurdên Rojawayê Kurdistanê hate nîqaşkirin.
Her di vê civîna han de biryar hate dayîn daku, li Devera Dareşekran ya li Navçeya Xebat a li Rojawayê Hewlêrê de kempeke din bo Kurdên Rojawayê Kurdistanê were damezrandin.
Biryare ev kempa han bi hevkariya NY û Parêzgarê Hewlêrê were damezrandin û di çend rojên pêşiya me de vê bi fermî dest bi karûbarên pêwîst were kirin.
